Di konsera me ya li Amedê de, futbolîst û berpirsîyarên Amedsporê formayek bi navê min diyarî min kirin. Ji wan re bi dil û can spas dikim.

Di 22’ê Îlonê de, di konsera me ya li Amedê de, futbolîst û berpirsîyarên Amedsporê hatin cem me û formayek ku navê min li ser nivîsandibûn, diyarî min kirin. Ji bo vê dîyarîya hêja, ji wan re bi dil û can spas dikim.
Amedspor serbilingîya me ye! Bi serkeftinên xwe dilê me şad dike û me bi hêvî û baweriyê tijî dike. Daxwaza me KUPA YE! 🏆 Ez bi dil û can bawer im ku hûn ê vê kupayê bînin Amedê û gelê xwe kêfxweş bikin.
Em her dem li pişt we ne! ❤️
Hate weşandin: 19 Kewçêr 2026


